Serekwezîr Barzanî li Hewilêrê dêlêgasîya wezîreta ŞAY-ye fînansa, bi serk’arîya serokê beşa şer’k’arîya dijî têr’orîzma fînansî, Marşal Bîlîngslî qebûl kirîye. Bîlîngslî girêdayî pêşk’eftina K’urdistanêr’a r’azîbûna xwe daye dîyarkirinê û gotîye,wekî welatê wî hazire piştgirîya hindava Hewilêrêda bide zêdekirinê, bi t’aybetî bona berfirebûna sîstêma bankaye li Herêma K’urdistanê.Ewî usa jî r’êformên wezîreta pêşmerga silav kirîye. Barzanîyê serekwezîr derheqa r’ojeva kabînêta xweye wezîrada r’aber kirîye û daye dîyarkirinê,wekî kabînêta wezîraye nû dixweze êkonomîka ji neftê cuda sazke.Derheqa heleqetîyên Hewilêrê û Beg’dayêda serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî dîyalog berdewam dibe, bi wê gumanê ku pirsgirêk bêne h’elkirinê.
Gotarên eynî
Pêşnûmeya qanûna “Li ser netewên kêmjimar” bi nûnerên komîsîyona Vênêtîkê re hat gotûbêjkirin
08.05.2024, 19:25
“Parlamêntarê fraksîyona Ermenîstanê ragîhand ku di kîjan rewşê de dê dest ji mandata berdin
08.05.2024, 18:30
Li Ermenîstanê dixwazin hewla derbeyê bidin û welêt bikin parêzgeh: “Peymana sîvîl”
08.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close