Piştî civîna Şêwira Avrasîyaêye T’ewrebilind Nîkol P’aşînyan r’astî serokê Fêdêrasîya R’ûsîyaê Vladîmîr Pûtîn hatîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî Nîkol P’aşînyan gotîye: “Bona me heleqetîyên dualî gelekî girîngin.R’ûsîya bona me hevalk’ara stratêgîye û gumana me heye, ku emê ewê hevk’arîya stratêgî diha qewînkin”.Vladîmîr Pûtîn derheqa heleqetîyên stratêgîda îzbat kirîye û gotîye,wekî ew ne t’enê bi qewimandinên wan salên dawî, lê bi dîroka heleqetîyên herdu cime’taye bi qur’na qewînbûyîne. Serekwezîrê Ermenîstanê û serokê R’ûsîyaê dorana pirsên bona herdu alîya h’ewask’ar gotûbêj kirine.T’evbûên r’asthatinê usa jî derheqa hevk’arîya dualîye êkonomîkî, hevk’arîya leşkerî-sîyasîda xeberdane û pirsên r’êgîonê gotûbêj kirine.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close