Serokê Misirê E’bdil Fetah As Sîsî e’lam kirîye,wekî t’u kes nikare heyîna k’urdîtîyê bide t’unekirinê û daye dîyarkirinê,wekî nava we’dekî dirêjda k’urd r’astî gelek zêrandina hatine. Serokê Misirê derheqa wê yekêda wextê forûma cahilaye h’emdinîyaîye li bajar’ê Şarm Êl Şêyxê gotîye, wextê ku ewî caba pirsa keç’eke k’urd daye, pirsa k’îjanê derheqa mafên k’urda û miletên R’ohilata Navîne mayînda bûye.Serokê Misirê gotîye,wekî t’opraxa k’urda di navbera Îranê, T’irk’îyaê, Îraqê û Sûrîyaêda hatîye p’arç’ekirinê û nava van 6O salên dawîda k’urd hatine zêrandinê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî nenihr’î wê yekê k’urda dîsa zimanê xwe û heyîna xwe p’arastine, lê me’lûmetîyên dîrokî wextê şer’ên li wan welataye sîvîl hatine undakirinê. Ewî serda zêde kirîye,wekî pirsgirêka k’urd gerekê bi r’îya e’dil bê h’elkirinê.Forûma cahilaye h’emdinîyayî r’oja şemîyê destpê bûye, t’evî k’îjanê dibin h’eyşt h’ezar cahilên ji welatên dinîaêye cuda-cuda.
Gotarên eynî
Pêşnûmeya qanûna “Li ser netewên kêmjimar” bi nûnerên komîsîyona Vênêtîkê re hat gotûbêjkirin
08.05.2024, 19:25
“Parlamêntarê fraksîyona Ermenîstanê ragîhand ku di kîjan rewşê de dê dest ji mandata berdin
08.05.2024, 18:30
Li Ermenîstanê dixwazin hewla derbeyê bidin û welêt bikin parêzgeh: “Peymana sîvîl”
08.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close