Fonda xêrkirinêye Barzanî beşa alîk’arîya hûmanîtarîye h’evta gîhandîye K’urdistana Sûrîyaê. Anegorî înformasîyaên stendî alîk’arîya fonda Barzanî nava sed h’ezar malbeta hatîye belavkirinê.Em bêjin,wekî fondê t’evî hîva k’urdîye sor hevk’arî kirîye. Hatîye dîyarkirinê,wekî nava alîk’arîyêda k’incên zivstanê û eşîyaên bona xebitandina dereca pêşin, usa jî derman hebûne.Wek’îlê fondêyî li Avropayê Avat Mistefa bangî t’eşkîletên hûmanîtarî û yên sîvîle li Avropayê kirîye, ku paşda veger’ine K’urdistana Sûrîyaê û alî meriva bikin. Mistefa gotîye,wekî t’eşkîletên Avropaêye xêrkirinê dikarin bi destî fonda Barzanî bighînine K’urdistana Sûrîyaê, heger ew naxwezin veger’ine K’urdistana Sûrîyaê.
Gotarên eynî
Bayloz: pêvajoyên ku li Zvartnosê diqewimin nayê wê wateyê ku Ermenîstan niha hewcedara baregeheke Rûsyayê nîne
29.04.2024, 15:45
Dîna Tîtûsê projeya derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanêda raberî Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye
29.04.2024, 13:55
Herwiha kontr’ol bike
Close