Wek’îlê h’ukumata Îraqê ew yek înk’ar kirîye,wekî pêşda hatibû e’lamkirinê, ku qewatên îraqî û ŞAY dijî DAÎŞ-ê opêrasîyon destpê kirine.Koalîsîyona navnet’ewî pêncê meha çile e’lam kirîye,wekî ew opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê û mîsîyayên t’e’lîmkirina dide sekinandinê. Ew yek piştî derbgîhandinên ji alîyê Îranêda bûye.Be’sa derheqa wê yekêda du wek’îlên amêrîkîye leşkerî pêşda belav kiribûn.Feqet wek’îlê Îraqê gotîye,wekî ew opêrasîyon destpê nebûne.Bi gotina wî, h’ukumata Îraqê e’mir kirîye ku opêrasîyonên t’evayî bidine sekinandinê.Ew yek piştî derbgîhandinên ŞAY-da qewimîye,wextê ku gênêralê îranî Qasim Silêmanî û fermandarê îraqî Mahdî Mûhandîs hatine kuştinê.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close