Koalîsîyona bi serk’arîya serekwezîrê Îraqêyî berê Nûrî Al Malîkî e’lam kirîye,wekî wê dengê xwe nede kabînêta serekwezîr Mistefa Al K’azimî. Nava e’lametîya koalîsîyonêda hatîye gotinê,wekî wana ce’dandinên mezin dane xebatê bi wê gumanê, ku h’ukumata nû sazkin, ya ku wê de’wek’arîyên cime’tê bide r’azîkirinê, pirsgirêka h’elke. “Mixabin, navnîşa kabînêta wezîra, ya ku ji alîyê serekwezîrê k’ifşkirîda hatîye pêşnîyarkirinê, anegorî de’wek’arîyên cime’ta Îraqê nîne”,-nava e’lametîya koalîsîyonêda hatîye gotinê.Kolaîsîyayê usa jî daye dîyarkirinê,wekî ewê nek’evine nava h’ukumata pêşer’ojê.Hîvîyêne, wekî zûtirekê Şêwira wek’îla gerekê dengdayînê bona kabînêta K’azimî derbazke.
Gotarên eynî
Bayloz: pêvajoyên ku li Zvartnosê diqewimin nayê wê wateyê ku Ermenîstan niha hewcedara baregeheke Rûsyayê nîne
29.04.2024, 15:45
Dîna Tîtûsê projeya derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanêda raberî Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye
29.04.2024, 13:55
Herwiha kontr’ol bike
Close