Serekwezîrê Îraqêyî nû e’lam kirîye,wekî h’ukumata wî wê t’evî h’ukumata Herêma K’urdistanê bixebite, bona ku pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda bêne h’elkirinê. Duh êvarê parlamênta Îraqê, bi p’ir’anîya denga, kabînêta h’ukumata nû, ya bi serk’arîya Mistefa K’azimî îzbat kir.Nava axaftina xweye li parlamêntê, Mistefa K’azimî derheqa progirama xweda r’aber kirîye û derheqa mafên cime’ta K’urdistanêye konstîtûsîyonda daye dîyarkirinê. K’azimî gotîye,wekî pirsa kabînêta wîye sereke ewe, ku byûcêya cuda çêke, ya ku wê paşê mafê fînansîye h’emû provînsîyayên Îraqê û Herêma K’urdistanê bide h’elkirinê. Derheqa p’êwendîyên di navbera h’ukumata Îraqê û h’ukumata Herêma K’urdistanêda, Mistefa K’azimî gotîye,wekî Beg’da t’evî Hewlêrê li ser pirsa nava doranên hevr’aqayîlbûna û peymanên dualîda dixebite.
Gotarên eynî
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Bayloz: pêvajoyên ku li Zvartnosê diqewimin nayê wê wateyê ku Ermenîstan niha hewcedara baregeheke Rûsyayê nîne
29.04.2024, 15:45
Herwiha kontr’ol bike
Close