Komîsara Organîzeya Net’ewên Yekbûîye sereke, ya alîyê pirsên mafên mêriv Mîşêl Baçêlêtê e’lam kirîye,wekî k’oma têr’orîstaye DAÎŞ û k’omên mayîn jî pêr’a belavbûna nexweşîya koronavîrûsê bona êrîşkirina li ser cime’ta sîvîle li Sûrîyayê didine xebatê. “Her r’oj em diha zêde derheqa êrîşên têr’orîstîda me’lûmetîya distînin. Bi wê yekêva t’evayî ew p’evçûyîn û êrîş li neh’îyên usa diqewimin, li k’îderê binelîyên sîvîlin.Nava goveka bêqezîyabûnêda, h’alê li Sûrîyayê xirab dibe û gerekê guhdarîyê bidine ser”,-Mîşêl Baçêlêtê gotîye.Ewê daye dîyarkirinê,wekî k’omên cûr’e-cûr’eye li Sûrîyayê, nava wanda usa jî DAÎŞ, belavbûna koronavîrûsê çawa mecala bona k’ombûnê û berdewamkirina zordarîyê didine xebatê.Hatîye dîyarkirinê,wekî nava meha nîsanêda gelek êrîşên wî cûr’eyî qewimîne.Dawîya meha nîsanê jî li E’frînê avtoaşînek jî t’eqandin, r’ûê çida bi deha meriv hatine kuştinê.
Gotarên eynî
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Bayloz: pêvajoyên ku li Zvartnosê diqewimin nayê wê wateyê ku Ermenîstan niha hewcedara baregeheke Rûsyayê nîne
29.04.2024, 15:45
Herwiha kontr’ol bike
Close