Seroketîya şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, beşa sîyasî, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk, dibêje wekî ŞAY k’urdar’a t’u tişt soz nedane,wekî wextê sanksîyayên Waşîngtonêye dijî Damişqê wê zyan negihîje k’urda.Em bêjin,wekî Waşîngton têr’a dibîne dijî Sûrîyayê sanksîya pêşda bik’işîne, lê ew sanksîya usa jî dikarin h’ukumî li ser sîstêma k’urdaye xweserk’arîkirinêye li bakûrê Sûrîyayê bike.Wek’îlê ŞAY-yî li Sûrîyayê, Wîlyam R’obak meha derbazbûyî gotibû,wekî sîstêma k’urdaye li bakûrê Sûrîyayê wê ji sanksîyayên ŞAY-ye dijî h’ukumata Sûrîyayê azabe.Feqet sedira şêwira şuxulkir, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk Îlham Ah’medê li Londonê e’lam kirîye,wekî ŞAY t’u soz nedane k’urda,wekî wê k’urda ji wan sanksîya dûr bihêle. Bo wê yekê jî hela hê e’yan nîne, ku wê paşê çi cûr’eyîbe. Îlham Ah’medê e’şaretî daye,wekî sanksîya wê diha gelekî h’ukumî li ser jîyana cime’tê bikin, lê ne ku li ser h’ukumatê.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close