H’emû nûçe
Li Ermenîstanê bûyarên bi nexweşîya koronavîrûsê bi 566 merivîva zêde bûne, 240 jî qenc bûne
Li Ermenîstanê anegorî h’esabên 11-ê h’ezîranê seh’eta 11-a, hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 566 merivîva zêde bûye, 240 jî qenc bûne.Derheqa wê yekêda ji merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirine.Bi t’omerî hildayî, 11-ê h’ezîranê, bûyarên nexweşîya koronavîrûsê li cem 14 669 meriva îzbat bûne.8876 meriv qenc dibin, 75 389 têst hatine kirinê, 5466 meriv îdî qenc bûne.245 meriv jî wefat bûne.