Bona t’evbûna leşkerîye nava k’arên Lîbîyayê, serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron T’irk’îya r’exne kirîye.Ewî gotîye,wekî Enqere xwe bi agrêsîvî dide k’ifşê.P’arîz kirinên Enqerê çawa yên qebûlnekirinê h’esab dike û dijî wan derdik’eve.Derheqa wê yekêda Makron gotîye û serda zêde kirîye,wekî T’irk’îya qedexa Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li ser birina sîlih’aye li Lîbîyayê dit’er’ibîne. Niha li ber k’enarê wî welatî h’evt gemîyên t’irkaye leşkerî hene. Makron usa jî t’abîya NATO-ye girêdayî h’alê Sûrîyayêr’a r’exne kirîye. Serokê Fransîyayê yazixî e’lam kirîye,wekî NATO agrêsîya T’irk’îyayêye li ser t’opraxa Sûrîyayê h’esab hilnade.
Gotarên eynî
Paşînyan û Elîyêv wê 9 ê gulanê beşdarî merasîma pêşkêşî roja Serkeftinê nebin: alîkarê Pûtîn
07.05.2024, 12:49
Vahagin Xaçatûryanê serokkomar wê bi seredana xebatêva li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîbe
07.05.2024, 11:47
Herwiha kontr’ol bike
Close