Teyarên t’irkaye leşkerî 18-ê h’ezîranê careke mayîn êrîş birine li ser neh’îyên li ser sînorê t’evî K’urdistana Îraqê, r’ûê çida binelîkî e’dil hatîye kuştinê.”BasNews”-ê r’agîhandîye,wekî ev bûyar li provînsîya Hewlêrê, li neh’îya Soran, qewimîye. Merivê ku hatîye kuştinê, binelîyê Herîrêye. Nava vê h’evtêda T’irk’îyayê derheqa destpêka opêrasîyona leşkerîye ser têrîtorya K’urdistanê, ya dijî partîzanên PKK-ê, e’lam kirîye, lê r’oja çarşemê jî t’irka e’lam kir,wekî ew li provînsîya Dihokê dijî partîzanên k’urd li neh’îya H’evtanînê opêrasyîonê derbaz dikin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close