Eskerê t’irka sê r’oja ser hev neh’îyên K’urdistanêye li ser sînor t’opbaran dike û dide ber gula. Derheqa wê yekêda nevsekî seroketîya cîye ji provînsîya Dihokê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî bombebarandinên t’irka zîyana matêrîyalîye mezin gîhandine merivên gundên li r’ex sînor. “Eva r’oja sisîyaye ku ser hev bombebarandin berdewam dibin û wana zîyaneke matêrîyalîye mezin daye neh’îyê”,- Samî Oşan gotîye. Ji 57 gundên li neh’îya Deralûkê, 45 gund îdî hatine valakirinê. Nava du salên dawîda, nava encamên p’evçûyînên di navbera T’irk’îyayê û PKK-da, h’evt binelîyên e’dil hatine kuştinê û du meriv jî bê ser-berat’e unda bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close