
K’atibê pirêssayê, yê h’ukumata Îraqê Ah’med T’alal gotîye wekî Hewlêr û Bexda wê h’elkirina pirsgirêka nava doranên konstîtûsîyonda mîyaserkin û serda zêde kirîye,wekî dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanê wê zûtirekê her’e Bexdayê.Wextê vîdêokonfêransê, Ah’med T’alal caba pirsên r’ojne’mevana daye û gotîye,wekî Hewlêr û Bexda dixwezin hevr’axeberdana berdewam bikin. H’ukumata Herêma K’urdistanê jî sirîya xweda qirar qebûl kirîye ku hevr’axeberdanên t’evî h’ukumata Îraqê berdewam bikin, bona ku bighîjine qayîlîyê.







