Van axirîya sîyasîya Êrdog’ane agrêsîv h’ukumê xwe usa jî nava t’eşkîletên navnet’ewîda dide k’ifşê. Sala 2OO9-a şêwira T’irkî yan jî şêwira hevk’arîya dewletên t’irkaxiv hate sazkirinê, ya ku dewletên t’irkîye we’dê nihaye li Asîyayê dighîne hev. Nava qayîlnivîsara bona sazkirina şêwira T’irkî tê gotinê,wekî meremê wê t’eşkîletê ewe ku li herêmê aşîtîyê, bêqezîyabûnê û qewînbûnê bidine qewînkirinê, û ew yek alîk’arîyê dide hevk’arîya wan welataye t’evayî. Feqet sazbûna şêwira T’irkî bona meremên başqeye. Nava wê t’eşkîletêda T’irk’îya îdêolocîya pantyûrk’îzmê belav dike.Wextê ku meriv wê xerîtê dinihêr’e, wî çaxî zelal dibe,wekî bona berfirebûna wê berne’mê Gurcistan û Ermenîstan dijwarîya pêşda tînin.Li Gurcistanê binelîyên t’irkaxiv bere-bere zêde dibin û bi êkonomîkî Adirbêcanê û T’irk’îyayêva tên girêdanê, lê li Ermenîstanê ew yek usa nîne û bo wê yekê jî dijî Ermenîstanê gavên leşkerî-sîyasî tên avîtinê.Enqere bi xebitandina gavên sîyasî, êkonomîkî û çandî dicêr’ibîne cime’tên Asîyayêye t’irkaxv bide asîmîlasîyakirinê, dice’dîne wana bighîne hev û ji wan welata dîtindara berev dike, ku xiyala T’ûrana Mezin bibe r’astî. Li ser wê r’êyê gavek hema sazbûna şêwira T’irkîye.Feqet pêwîste fe’m bikin wekî ji wê pr’ojeyê bona wan welata qezîya pêşda tê.Heger ew bibe r’astî, welatên Asîyayê wê serbixwetîya xwe undakin û bin ala t’irkîye hîva nîvî li ser xerîtê undabin.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29