Sereke

Wezîrên Ermenîstanê û R’ûsîyayêye k’arên der r’êyên derk’etina ji h’alê li zona de’w û doza Qerebag’ê sazbûyî gotûbêj kirine

Wextê qisa bi têlêfonê, ya wezîrên Ermenîstanê û R’ûsîyayêye k’arên der Sêrgêy Lavrov û Zohrab Mnasakanyan h’alê li zona de’w û doza Qerebag’ê gotûbêj kirine.Anegorî me’lûmetîyên stendî, pirsên derk’etina ji h’alê li zona de’w û doza Qerebag’ê sazbûyî hatine gotûbêjkirinê. “Ji alîyê r’ûsada girêdayî zyana merivar’a, yên binelîyên e’dilr’a, xemgînî hatîye e’lamkirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî agirbest pêwîste.Hazirî hatîye e’lamkirinê, ku bin bandor’a k’oma Mînskê, h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê bi r’îya dîplomatî, anegorî e’lametîya serokên R’ûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê, berdewamkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button