Sereke
Pûtîn Paşînyan û Elîyêv ra xeberdaye

Hatiye ragîhandinê, wekî serokê Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adrbêcanê Îlham Elîyêv ra qise kiriye. Wextê qisa bi têlefonê hale li Qerebagê hatiye gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda qulixdarîya Krêmlêye prêssayê elam kiriye.
“1 û 2-ê mijdarê serokê Fêdêrasîya Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adrbêcanê Îlham Elîyêv ra qise kiriye. Pirsên derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê”,-nava elametîyêda hatiye gotinê.







