Sereke

NATO-ê elam kirîye, wekî nava encamên krîzîsên li Qerebagê û Bêlarûsê hazirîya rûsaye leşkerî diha qewat dibe

Wezîrên welatên NATO-ye karên der, wextê civîna şêwira organîzeyê, ya ku 1-2-ê kanûnê wê derbaz be, û ew jî bi vîdêyokonfêransê, wê pirsên girêdayî qewatbûna hazirîya Rûsîyayêye leşkerî va gotûbêj bikin, nava wanda usa jî pirsên girêdayî Qerebagê û Bêlarûsê ra. Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê, li ser hîmê elametîya katibê NATO-yî sereke Yêns Stoltênbêrg, ragîhandîye.
“Wezîrê wan pirsa gotûbêj bikin, ku em çi dikarin bikin, çawa bersiva zêdebûna aktîvîya Rûsîyayêye leşkerî bidin. Rûsîya sîlihên xweye atomî û rokêtên nû dide modêrnîzasîyakirinê, hêzên nû ji bakûr heya Lîbîyayê û Sûrîyayê cîhwar dike.Em usa jî qewatbûna hazirîya Rûsîyayêye nava encamên krîzîsên li Qerebagê û Bêlarûsê dibînin”,-Stoltênbêrg gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button