Sereke
Komîsîya dada Ermenîye li Amêrîkayê bang kirîye ku Karo Paylan biparêzin
Komîsîya dada Ermenîye li Amêrîkayê rûpelê xweyî Facebook- ê da bi sernavê Paylan biparêzin nivîsar belav kirîye û bangî teşkîletên navnetewîye mafparêz û hukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye ku parlamêntvanê Tirkîyayêyî eslê xweda ermenî Karo Paylan biparêzin, yê ku bin qezîya miqûfmayîna ji îmûnîtêta parlamêntiyê da ye.Prêssa tirka pêşda elam kiribû, wekî wezîreta Tirkîayêye karên hundur berbirî parlamêntê bûye û dew kiriye, ku parlamênt destûrê bide, bo ku dijî 9 parlamêntvana, nava wanda usa jî Karo Paylan, îş bên vekirinê, çimkî ew sala 2014-a tevî mesa bûne.