Sereke

Xebitandina sanksîyayên navnetewî gerekê Bekûê mecbûrkin ku borcdarîyên xweye navnetewî biqedîne: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Lêkolînkirina vîdêyoyên ku wextê şêr hatine kişandinê û usa jî yên peyî şêrra, yên derheqa dîlên ermenîye leşkerîda, wextê kîjana gavên nemerivatî û nuxsankirinê hindava dîlada hatine avîtinê, ji alîyê teşkîletên navnetewîye mafparêzda hatine îzbatkirinê.Ew yek bese, ku bidine kifşê, wekî paşdaanîna dîla gerekê gelekî lez bê kirinê.Derheqa wê yekêda nava elametîya parêzerê Arsaxêyî mafên mêrivda hatîye gotinê.Parêzer usa jî daye dîyarkirinê, wekî gotinên Adirbêcanêye derheqa aşîtîya tevî ermenîya perda qelpin, bi kîjana dicêribînin hiznekirina hindava ermenîyada veşêrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button