Sereke
Lavrov gumane wekî pêşeroja nêzîkda wê pirsa paşdavegerandina dîlaye li welêt bê helkirinê
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov gumane wekî pêşeroja nêzîkda wê pirsa paşdavegerandina dîlaye li welêt bê helkirinê. Derheqa wê yekêda Lavrov wextê qisa tevî borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê, Nîkol Paşînyan gotîye. “Em tevî hemsedirên koma Mînskêye mayîn ji alîyê helkirina pirsên hûmanîtarîda, nava wanda usa jî pirsa paşdavegerandina dîla, xebatê berdewam dikin. Ez gumanim, wekî pêşeroja nêzîkda emê bikaribin vê pirsê helkin”,-Lavrov gotîye.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der daye dîyarkirinê, wekî ew gavê wê atmosifêra baş, çêkirinê sazke, bona ku pirsên helkirina dew-dozêye mayîn pêşda herin.