Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: bêyî tu qewil-qirara

“Van roja, têma derheqa dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda nava merkeza guhdarîyêdane. Ew pirs kete nava rojevê, bi taybetî wî çaxî, dema ku leşkerên azêrîya ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe û peyî wê yekêra Ermenîstan berbirî  Organîzeya Peymana Bênqezîyabûna Kolêktîv bû.

“Niha di navbera herdu welatada nikarin sînora bidine dîyarkirinê.Ew yek dikare wî çaxî biqewime, dema ku peymana dualî bê îmzekirinê, ya ku wê qewilên jîyana aramî bide kifşê, nava wanda usa jî îzbatbûna pêwandîyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û sazkirina komîsîya bona dîyarkirina sînora”,- derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanê, wezîrê Arsaxêyî berê Arman Mêlîkyan gotîye rojnama “Komara Ermenîstan”-ê.

Bi gotina wî, çetin Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv nava vê êtapêda bi cûrê leşkerî tevbe, lê diqewime Beku paşê cêribandinê bike ku dewsa aşîtîparêzên rûs, eskerê organîzeyê cîhwarkin. “Ew yek jî tiştekî başqeye wekî Rûsîyayê çi bike. Moskvayê mecbûrbe dîna xwe bide tabîya Adirbêcanêye agrêsîv, bona ku bersiva wê bi qewatê bide yan nede. Tiştekî femdarîye wekî bona alîyê rûsa wê diha başbe, ku ev yek bi aşîtî bê helkirinê, lê ez şikberim,  wekî mecala wî cûreyî wê hebe”,- Mêlîkyan gotîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button