Sereke
Leşkerên Adirbêcanê bi zanebûn erdên binelîyên Yêrasxê û cînara agir pê dixin /vîdêyo/
Qulixçîyên Adirbêcanêye leşkerî bi zanebûn erdên gundê qeza Araratêyî Yêrasxê û dor-bera agir pê dixin. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
«Admînîtrasîya parêzerê Ermenîstnêyî mafên mêriv ji merivên cuda-cuda cab stendine, wekî hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî ji sîlihên cûre- cûre berbi gundê Yêrasxê û dor-bera agir dikin. Ew gund kîlomêtrekî dûrî tabîyên azêrîyaye.
Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî mafên binelîyên Yêrasxê û gundên cînar diteribînin»,- Arman Tatoyan nivîsiye.
Ewî serda zêde kirîye, wekî rûyê wan agirpêketinada binelîyên wan gunda nikarin xebatên malhebûna gundîtîyê mîyaserkin.Xêncî wê yekê ew agirkirin û agirpêketin jîyana wan merivaye edil, bi taybetî li Yêrasxê, teribandine.