Sereke

Ez razalixîyê elamî serokatîya Ermenîstanê dikim, bona wê yekê ku ew bersiva pirsên dîyasporayê dide:Alên Sîmonyan û parlamêntvanê kurd Kinyazê Hemîd Hesenov rastî hevdu hatine

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan rastî wekîlê dîyaspora kurdaye li parlamêntê, Kinyazê Hemîd Hesenov hatîye.Hatîye ragîhandinê, wekî wextê hevdîtinê pirsên derheqa  dîyaspora kurdaye li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê.

Serokê parlamêntê gotîye,wekî pêşerojêda têra tê dîtinê rastî wekîlên netewên kêmjimar bên û cîhda nasîya xwe bidine pirsgirêkên wan û piştgirîyê bidine helkirina wan.

Kinyazê Hemîd Hesenov razalixî elamî serokê parlamêntê kirîye bona wê yekê, wekî xwestina wî cûreyî hatîye elamkirinê û ew yek şedetîyê dide, ku Alên Sîmonyan çi cûreyî guhdarîyê dide ser netewên kêmjimar.

“Ez dixwezim razlixîyê elamî serokatîya Ermenîstanê bikim bona wê yekê, ku wededa bersiva pirsên dîyasporayêye bilindkirî didin, şedetîya kîjanê îdî çend rêyên çêkirî didin”,-Hesenov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button