H’emû nûçeSereke
Kurd çawa spîkêrê parlamênta Norvêcê hatîye hilbijartinê
Parlamêntvanê parlamênta Norvêcê Mesûd Qerexanî çawa spîkêrê parlamênta Norvêcê hatîye hilbijartinê.
Mesûd Qerexanî ji sala 2O17-da endamê parlamênta Norvêcêye û paşê dewsa spîkêrê parlamêntêyî berê Krîstîyan Hansên, yê ku çend roj pêşda ji qulixê dûr ket, hatîye hilbijartinê.
Bi vî cûreyî, Qerexanî bû spîkêrê parlamênta Norvêcêyî ewlin, yê çawa kurd û usa jî çawa mîgrant.
Mesûd Qerexanî ji bajarê Kurdistana Îranêyî Ûrmîyayêye, yê ku sala 1982-a li Têhranê ji dayîk bûye.Malbeta wî sala 1987-a ji Îranê çûye Norvêcê.
Ew pêşezanê radîyolocîyê û rêntgênografîyayêye, yê ku li nexweşxana Blêfêlê kar kirîye.