Xebatkarê polîsê Îdrîs Aksoy, yê ku zaroka pênc salî bi avtomaşîna zirihkirî kuştibû, hatîye afûkirinê.
11-ê îlona sala 2O19-a li Dîyarbekirê xebatkarê polîsê tirka Îdrîs Aksoy zaroka pênc salî kirîye bin avtomaşîna zirihkirî. Kalikê wê zarokê jî 6-ê hezîrana sala 2O16-a ketibû bin avtomaşîna avreşandinê.
Xebatkarê polîsyayê gunehkar kirin, û mehkemê dew kir ku cezayê girtina du sal û şeş meha bidine Aksoyî.
Dawîyê Îdrîs Aksoy hate afûkirinê û hate hesabkirinê, wekî ewî bi zanebûn ew zarok nekuştîye.