H’emû nûçeSereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirîye, wekî hetanî dawîya meha tebaxê wê di navbera Ermenîstanê-Adirbêcanêda hevdîtin bêne teşkîlkirinê

Moskva têra dibîne ku hetanî dawîya meha tebaxê hevdîtinên sêalîye ser dereca bilind dora têmayên pirsgirêkên ermenîya-azêrîya teşkîl bike. Derheqa wê yekêda cîgirê berdevkê wezîreta Rûsîyayêye karên der  Îvan Nêçayêv gotîye, dema ku ewî  bersiva pirsa derheqa hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye.

«Nava planada heye ku hetanî dawîya meha tebaxê hevdîtinên ermenîya-azêrîyaye sêalî, yên li ser dereca bilind teşkîl bikin»,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî  her hevdîtineke ser dereca bilind, ya  bi beşdarbûna serokê Rûsîyayê, ji alîyê admînîstrasîya serokada tê şirovekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button