H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê çêkirina avtomaşînên îranî bê mîyaserkirinê
Bi piştgirîya serokê organîzeya piştgirîkirina bazrganîya Îranê Elîriza Pêymanpak li Ermenîstanê wê çêkirina avtomaşînên îranî bê mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda ajansa IRNA ê ragîhandîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nevsê îranîyî fermî û cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Narêk Têryan rêyên tranzîta eşîya, pêşxistina pêwandîyên barzirganîyê gotûbêj kirine.
Pêymanpak gotîye, wekî kompanîyake Îranêye mezin, ya ku avtomaşîna çê dike, têra dibîne li Ermenîstanê senaya avtomaşîna bide vekirinê.