H’emû nûçeSereke

Meriv çawa li Ermenîstanê zanistîyê pêş dixe? bersiva STARMUS ê zanyar  vexwendin

Zanyarên ku ji bo fêstîvala STARMUS hatibûn vexwendin, fikr û ramanên xwe yên li ser pêşxistina zanistîyê li Ermenîstanê pêşkêş kirin. Wekî ku “Armênprêss” dide zanîn, hevdamezrîner û rêveberê giştî yê SATLANTIS ya spanî ku bi têknolocîyên fezayê ve mijûl dibe, zanyar Xûan Tomas Hêrnanî destnîşan kir ku ji bo vê yekê gelek hewldan hewce ye.

Hêrnanî tekez kir ku berî festîvala STARMUS xebateke pir mezin hat kirin, ku divê piştî bi dawîbûna wê jî berdewam bike.Xûan Tomas Hêrnanî got: “Ev firsendeke gelek baş e û ya herî girîng jî Ermenîstanê stratejîyeke rast pejirand”.

Hevdamezrênerê SATLANTIS got ku şîrketa wî dê li Ermenîstanê projeyan pêk bîne.

“Herdu bername dê bi hevkarîya zanîngeha polîtêknîkê pêk werin. Ya yekem bi parastina daneyên satêlîtê bi karanîna têknolojîyên ewrve têkildar e, ya duyemîn jî beşdarî konfêransa ku ji hêla SATLANTIS ve li Avropayê li ser mijara lêkolîna maddeya tarî hate lidarxistin. Ji ber vê yekê divê xebat berdewam bin da ku encam berdewam bin”,- Hêrnanî got.

Li gorî Jan-Jak Dordêyn, endezyarê fezayê û rêveberê giştî yê ajansa fezayê ya Avropayê di navbera salên 2003-2015 de, rastîya ku mirovên xwedî pisporî û çandên cihê yên ji welatên cihê yên cîhanê li Ermenîstanê hatine cem hev, pêşkeftinek cidî ye.

“Ev avahî ne tenê cîhê ku ez lê pêrformansê dikim. Min li zanîngeha polîtêknîkê gotarek kir û divê bêjim ku gelek pirsên balkêş yên xwendikaran hebûn ku gere ez bikaribim bersiva wan hemûyan bidim, divê ez heya niha jî li wir bim. Ezê jî li zanîngeha aborîyê bim. Ez piştrast im ku motîvasyona pir bilind di nav xwendikaran de ji xwe çavkanîyek hêvîdar e ji bo pêşerojê, ji ber ku yekane çavkanîya xwezayî yan rezerva li ser gerstêrka Erdê mejîyê zarokan e. Ev potansîyelek mezin e, bi şertê ku ew perwerdehîyek rast bistînin»,- Jan-Jak Dordêyn got.

Serokê beşa êlêktronîkî ya firînê ya laboratorya   Arbî Karapêtyan, îlhamkirina ciwanan ji bo zanistîyê pir girîng dibîne.

“Li Ermenîstanê hebûna gelek zanyarên navdar gelek girîng e. Ez wisa difikirim ku pirsgirêka wê îlhamê bi vî awayî çareser dibe. Ya duyemîn çavkaniyan e. Li gorî ezmûna min, divê ez bibêjim ku di van demên dawî de hukumet piştgirî ji bo destpêşxerîyên zanistî yên taybet zêde dike. Her çend em biçûk bin jî, diyasporayeke me ya bi hêz heye ku li cem me radiweste û amade ye piştgirîyê bide me”.

Alîkarê yekem yê wezîrê  têknolojîya bilind Gêvorg Mantaşyan dîyar kir ku STARMUS di encama hevkarîya sêktora giştî û taybetde hate organîzekirin.

“Ez difikirim ku ev mînakek pir baş e ku meriv çawa çavkanîyan berhev dike û encam digire. Me li vir armancên xwe bi zelalî formûle kirîye, ka em çawa dikarin bi yekkirina çavkanîyên taybet û dewletê encameke baş bi dest bixin. Wekî ku hevalbendan behs kirin, ya herî girîng ew e ku armanc were serrastkirin, ji ber ku di cîhana diguhere de pir girîng e ku hûn xwe di yek alî de sînordar nekin û nermbûnek hebe, fêm bikin ka rêgezên girîng çi ne, ku hûn bikarin çavkanîyan bibînin, birêxistin bikin û bigihîjin armanca xwe”,- Mantaşyan got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button