H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê bona netewên kêmjimar mecala bona bûyîna welatîyê Ermenîstanê, ya bi cûrê hêsa hatîye gotûbêjkirinê
Îro bi înîsîyatîva min, li parlamênta Ermenîstanê gotûbêjkirin derheqa wê yekêda pêk hatîye, wekî netewên kêmjimar bikaribin bi hêsanî bibine welatîyên Ermenîstanê, bi taybetî êzdî. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji partîya dsthilatdar Rostem Bekoyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî qanûna anegor wê bê amdekirinê û nava wedekî kurtda bê raberkirinê.
Nava axaftina xweda Bekoyan daye zelalkirinê, wekî gilî derheqa wan netewên kêmjimardane, yên ku li Komara Ermenîstanê, yan jî Ermenîstana Sovyêtê ji dayîk bûne.