H’emû nûçeSereke
Adirbêcan dîlên leşkerî paşda venagerîne û naxweze derheqa wanda xeberde: Davît Babayan
Adirbêcan dîlên leşkerî paşda venagerîne û naxweze derheqa wanda xeberde.Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê gotîye.
“Çend dîl hatine paşdavegerandinê? Derheqa wê yekêda Adirbêcan dengê xwe nake. Bo wê yekê jî civaka navneteweyî gerekê mecalên berk bide xebatê”,- Babayan gotîye.
Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku gelo diqewime bi girtina korîdora Laçînê, Adirbêcan dicêribîne usa bike ku Ermenîstan berbi berdaxustina here, Babayan gotîye, wekî usa jî dikare bibe, lê ew yek teribandina mafê navneteweîye. “Pêwandîyên ermenîya-azêrîya Arsaxêva girêdayî nînin, ew li ser rasteke başqene. Ew yek teribandina mafê navneteweyîye”,- Babayan gotîye.