H’emû nûçeSereke

Paşînyan soz daye ku hemû mecalên dîplomatî bona deranîna hêzên azêrîyaye ji axa Ermenîstanê bide xebatê

Hêzên Adirbêcanê îdî 30 sale ku nava axa Ermenîstanêdanin. Derheqa wê yekêda Paşînyanê serokwezîr wextê prêss-konfêransê gotîye û bîr anîye wekî ji destpêka salên 1990 î da hêzên azêrîya nêzkî 70 kîlomêtr çargoşe axa Ermenîstanê, bi taybetî li qezayên Tavûşê û Araratê dagir kirine.

“Belê, usa jî nava sal nîveke dawîda, ji gulana sala 2021 ê da, Adirbêcanê axa Ermenstanêye nû dagir kirîye. Tabîya me ewe ku hêzên Adirbêcanê ji axa me derkevin. Emê hemû mecalên dîplomatî bidine xebatê ku bighîjine wê armancê”,-Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button