H’emû nûçeSereke

Erdhejeke bi hêza 7.4 pileyan li Bakûrê Kurdistanê çêbû: 284 mirî, 323 birîndar

Li parêzgeha Mereşê ya Bakûrê Kurdistanê bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserî bajarên Bakûrê Kurdistanê û heta Hewlêr û gelek bajarên Tirkîyayê jî hat hestkirin. Li gor agahîyên destpêkê ji ber erdhejê li Mereşê û bajarên derdorê hejmarek avahî hilweşîyane û qurbanî jî hebûne. Cîgirê serokkomarê Tirkîyayê Fûat Oktay ragîhand 284 kesan canê xwe ji dest dane, 323 kes jî birîndar bûn.

Navenda tomarkirina erdehejan ya Kandîllî ya Tirkîyayê ragihand ku îro roja duşemê 6 ê sibata 2023 an li bajarê Girgûmê yê Bakûrê Kurdistanê di demjimêr 04.17ê erdhejek bi hêza 7.4 pileyên rîxterê çêbûye.

Li gorî agahîyên li ser malpera rêveberîya rewşên bilez û karesatan li navçeya Bazarcix a Mereşê di demjimêr 04:17 an de erdhej pêk hat.

Erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye û li gelek bajaran hat hîskirin, zêdetirî 30 sanîyeyan dewam kir.

 284 kesan canê xwe ji dest dane.

Cîgirê serokkomarê Tirkîyayê Fûat Oktay ragîhand ku li gor zanyarîyên heta niha di erdhejê de 284 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 323 kes jî birîndar bûne.

Fûat Oktay li navenda AFAD ê daxuyanî da û dîyar kir ku di erdheja li 10 parêzgehan da bi tevahî 284 kesan jîyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn, hezar û 710 avahî hilweşîyan.

Oktay destnîşan kir ku li Dîlokê 80, li Meletîyê 47, li Semsûrê 13, li Amedê 14, li Osmanîyeyê 20, li Kilîsê 8, li Hatayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Dîlokê du erdhejên bi hêza 6,4 û 6,5 an pêk hatin. Erdhej li gelek bajaran, li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî hat hîskirin.

Li gorî înformasîyonên pêşda stendî li Sûrîyayê nêzîkî 380 meriv bûne qurbanî.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan sersaxî ji malbatên qurbanîyên Tirkîyayê û Sûrîyê re xwest û dîyar kir ku Ermenîstan amade ye alîkariyê bide.

Xebera erdheja ku li Tirkîyayê û Sûrîyayê pêk hat û bû sedema mirina gelek mirovan, ez xemgînim. Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyan re dixwazin, ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Paşînyan li ser rûpela xwe ya Twitter ê  nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button