SerekeSîyasî

Gyûnay: hukumatê meriv li ber mirinê hiştine

Berdevka Partîya Dêmokratîk, ya Gela Êbrû Gyûnayê gotîye, wekî hukumata Tirkîyayê merivên ji erdhejê zîyanêketî li ber mirinê hiştine.Ewê bang kirîye ku piştgirîyê bidine zîyankêşa. Derheqa wê yekêda ewê wextê prêss-konfêransa li Dîyarbekirê gotîye û pêra jî derheqa tabîya partîya xweda daye dîyarkirinê û halê li nehîyên erdhejê raber kirîye.

Gyûnayê derheqa wê yekêda gotîye, ku endamên partîyayê xwe çi cûreyî gîhandine li wan cîhên erdhejê bona ku pişgtgirîya bona cimetê teşkîlkin.Hatîye dîyarkirinê, wekî ji 40 zêdetir  parlamêntvanên wan li wan  nehîyane û li rex zîyankêşanin. 8 dêlêgasîyonên wan li hemû cîya digerin. Hemserokên partîyayê jî li wan cîhane û hetanî niha 93 avtomaşînên barbir gîhandine li cîhên erdhejê. Niha dîsa alîkarîya hûmanîtarî tê amadekirinê. Gyûnayê daye dîyarkirinê, wekî ew usa jî rastî dijwarîya tên, yên ku ji alîyê desthilatdarîyêda tên sazkirinê. Gyûnayê gotîye, wekî cêrga avtomaşîna ku ji merkeza wane  li Sîlopîyê derketîye, ji alîyê serokên nehîyê û hêzên ewlehkarîyêda hatîye sekinandinê û barê wê jî hatîye konfîskasîyakirinê.

Bi gotina Gyûnayê hukumatê roja ewlin piştgirî nedaye cimetê ku parçên malên hedmî bêne dûrxistinê. Komên doxtira nikarin bighîjine bajara, lê cinyaz jî derva mane. Gyûnayê daye dîyarkirinê, wekî ji bin avayên wêranbûyîda ewê deng bihîstine, lê tu emirkirinek tunebûye ku piştgirîyê bidine wan meriva û wana bidine derxistinê. Li dora avaya tenê ew meriv mabûn, yên ku sax mabûn û dicêribandin bi xwe merivên xwe derxin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button