H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan derqheqa xemgînîyên xweda yên girêdayî opêrasîyonên Adirbêcanêra raber kirîye
Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi têlefonê serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêlra qise kirîye.
Wextê axaftinê xeberdan derheqa halê krîzeyîda, yê li korîdora Laçînê çûye.Fikir dora pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatine pevguhartinê.
Serokwezîr xemgînîya xwe girêdayî axaftinên Adirbêcanêye agrêsîv û kirinên provokasîyonra elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî rûyê wê yekêda pêşîya aşîtîyê û qewînbûnê tê girtinê.
Serokê Şêwira Avropayê derheqa amadebûna Yekîtîya Avropayêda îzbat kirîye, wekî ew amadene piştgirîyê bidine dîyalog û aşîtîya li herêmê.