SerekeSîyasî

Meremê Îranê tu cara tunebûye ku bikeve axa Kurdistana Îraqê:bayloz

Meremê Îranê tu cara tunebûye ku bikeve axa Kurdistana Îraqê.Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Bexdayê Mehmed Qasim Alê Sadiq gotîye.

Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Îraqê, Alê Sadiq derheqa pabendbûna  Îranêye hindava yekîtîya axa Îraqê û  serbixwetîya wêda daye dîyarkirinê.

Bi axavtina derheqa wan gunehkarkirinada wekî meremê Îranê hebûye êrîşê bibe ser Kurdistana Îraqê, Alê Sadiq gotîye wekî Îran tu cara derheqa wê yekêda nefikirîye.

“Pêwandîyên meye dîrokî tevî kurda û Kurdistana Îraqê hene”,-bayloz gotîye û elam kirîye wekî biryara wî heye ku ew here Kurdistana  Îraqê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button