SerekeSîyasî

Mehkema Avropayêye mafên mêriv şikyatê Tirkîyayêye dijî 12 parlamêntvanên ji HDP ê înkar kirîye

Birîyara mehkema Avropayêye mafên mêriv ya derheqa girtina hemseroka Partîya Dêmokratîk, ya Gela Fîgên Yûksêkdagê û 12 parlamêntvanên ji wê partîyayêye mayîn ya dawîye.Palata mehkemêye mezin şikyatê hukumata Tirkîyayê paşda daye û lênihêrandina wê înkar kirîye.

Mijdara sala derbazbûyî mehkema Avropayê birîyar kir wekî girtina Yûksêkdagê û hevkarên wê mafên hîmlî teribandîye. Hema bona Salhedîn Dêmîrtaş jî mehkema Strasbûrgê birîyar kir wekî girtina wan bi meremê sîyasîye û konvênsîya Avropayêye derheqa mafên mêrivda teribandîye.Mehkemê Tirkîya borcdar kirîye ku cirma 184 600 yûroyî bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button