H’emû nûçeSereke
Bi hesabhilnedana prînspên mafê navneteweyî, Adirbêcan dîsa gefxwerinên xwe berdewam dike: Ararat Mîrzoyan

Eva îdî meha çaraye wekî Adirbêcan bi neqanûnî korîdora Laçînê girtî dihêle û birîyara mehkema navneteweyî hesab hilnade. Derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, wezîrê Makedonîyayêyî karên der Bûyar Osmanî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
“Bi girtina korîdora Laçînê, bi tirsandinê û bi kirinên başqe, Adirbêcan dicedîne li Qerebagê sîyaseta paqijkirinên êtnîkî mîyaserke”,-Mîrzoyan gotîye.
Ararat Mîrzoyan guhdarîya Bûyar Osmanî usa jî teglîfî li ser ji alîyê Adirbêcanêda teribandinên xalên elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î kirîye.







