
Lîdêrê opozîsîyonê û kandîdatê bona qulixa serokê Tirkîyayê Kemal Kiliçdaroglû dengên here zêde li pênc provînsîyayên kurda berev kirine.Partîya Keska qirar kiribû ku kandîdatê xwe bona qulixa serokê dewletê pêşda nekişîne. Dewsa wê yekê sîyasetmedarên Çep piştgitrîya xwe dane kandîdatê opozîsîyona yekbûyî. Li gorî melûmetîyên nefermî piranîya denga, yên ku Kiliçdaroglû stendine, bi saya kurdên li pênc provînsîyayên welêt hatine berevkirinê. Nava wanda cîhê ewlinda Tûncêlîye /Dêrsim/, li kîderê 80,26 bijarvana dengê xwe dane Kiliçdaroglû. Piştî Tûncêlîyê Şirnax û Colemêrgin.Cîhê çaremînda jî Dîyarbekire. Cîhê pêncada jî Batmane, li kîderê 67,57 deng gihîştine Kiliçdaroglû.







