SerekeSîyasî

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bang dike ku wededa hilbijartinên parlamêntîyê bidine derbazkirinê

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk elam kirîye, wekî ew li ser wê birîyarêye ku hilbijartinên parlamêntîyê nava wedê kifşkirîda bêne derbazkirinê.

Wekîlê partîyayê Mehmûd Mehmed daye dîyarkirinê,wekî Partîya Dêmokratîk, bangî hemû partîyayên sîyasî û welatîyên Kurdistanê dike ku bi hevra hevkarîyê bikin bona ku li Kurdistanê hilbijartinên zelal bên organîzekirinê.

Xêncî wê yekê, berdevkê partîyayê bangî hukumata herêmê û îdarên anegor kirîye, ku gavên anegor bêne avîtinê bona ku hilbijartinên li Kurdistanê bi açixî bêne pêkanînê.

Partîya Dêmokratîk wê yekê girîng hesab dike ku hilbijartin gerekê yên dêmokratîk û yên heqbin.

Ev elametî piştî wê yekê hate belavkirinê, dema ku mehkema Îraqêye sereke birîyar kir ku ew dijî dirêjkirina wedê derbazkirina hilbijartinaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button