H’emû nûçeSereke
Zaxarovayê bersiva pirsa derheqa sînorkirinên xebitandina komplêksa “Îskender”da nedaye

Wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê bersiva pirsa derheqa sînorkirinên xebitandina komplêksa “Îskender”da nedaye. Gilî derheqa wê yekdane, dema ku komplêksa “Îskender” ji alîyê Rûsîyayêda tê firotanê.
“Wê pirsê gerekê bidine wezîreta meye parastinê û konkrêt wan sîstêma, yên ku peymana nava goveka sîlihada mor dikin. Ew pirs nakeve nava goveka wezîreta karên der”,- ewê gotîye.
Wextê civîna komîsîya lêkolînkirinê, ya şerê 44 roje, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye, wekî hebûne sîlih, mafê xebitandina kîjana yê Ermenîstanê nîbûye.







