H’emû nûçeSereke
Rûsîya Ermenîstanê çawa hevalbenda xwe dibîne: Ovêrçûk

Alîkarê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk li forûma aborî ya Rojhilatêda got, wekî Moskova Yêrêvanê wek hevalbenda xwe dibîne, TASS radigihîne.
“Ermenîstan hevalbenda meye. Em Ermenîstanê usa dibînin”,- Ovêrçûk gotîye û bersiva vê pirsê daye ku têkilîyên bi Ermenîstanê pêkhateyên întêgrasyonêda xirab bûne yan na.
“27 ê tebaxê rûniştina konsêya komîsyona aborî ya Avrasyayê hat derbazkirinê. Li wir her tişt normal bû. 27 ê îlonê, civîna me ya komîsîyona aborî ya Avrasyayê heye, ya ku niha rojevêdaye”,-alîkarê serokwezîrê Rûsîyayê da kifşê.







