H’emû nûçeSereke
Nava navnîşa wan welatada, li kîderê xirabkarî li ser dereca here nimize, Ermenîstan cîhê nehadaye: Paşînyan

Teşkîleta World Population Review ê navnîşa wan welata raber kirîye, li kîderê dereca xirabkarîyê li ser asta here nimize û nava wê navnîşêda Ermenîstan cîhê nehadaye. Derheqa wê yekêda wextê civîna hukumatê Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.
“Heger ez şaş nabim me sala 2019 a desta dokûmênta qebûl kir, bi kîjanê merivên ku navê dereca xirabkarîyê dihate ser wan, gerekê ber cabdarîyê bisekinin. Bi fikira min bi vê qîmetkirina navneteweyî em ecamên guhartina qanûndarîyê dibînin”,- Paşînyan gotîye.
“Bêguman, cîhê neha cîhekî gelekî bilinde û gerekê em xwe mikur bên. Em gerekê ji vê yekê paşda venekişin, lê ji alîkî mayîva jî gerekê pirsê daynin pêşîya xwe ku cîhê diha pêşinda cîhê xwe bigrin”,- serokwezîr gotîye.







