H’emû nûçeSereke

Takêr Karlson derheqa roja weşandina hevpeyvîna tevî Vladîmîr Pûtîn gotîye

Rojnamevanê amêrîkî yê bi nav û deng Takêr Karlson wê 8-ê sibatê hevpeyvîna xwe ya tevî serokê Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn biweşîne. Li gorî ragîhandina Armênpress ê, rojnamevan derbarê wê yekêda rûpelê xweyî Instagram-ê da gotîye.

Bi gotina wî, hevpeyvînê 8-ê sibatê, gorî standarta Rojhilatê, seheta 18:00 (bi wedê Yêrêvanê, 9-ê sibatê, 03:00) malpera Tucker Carlson.com-ê da bê weşandinê.

Rojnamevan 7-ê sibatê tevî Vladîmîr Pûtîn derbaz kirîye, lê şeva 8-ê sibatê ew  ji Rûsîyayê çûye.

Karlson gotîye, wekî ewê bicêribîne tevî serokê Ûkrayînayê Valadîmîr Zêlênskî jî pevketina bo hevpeyvînê dest bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button