Sîyasîzanê rûs derheqa rola Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr xeberdaye

Ez nafikirim,wekî pêvajoya derketina Rûsîyayêye ji Qafqasîya Başûr heye, lê pêvajoya guhartina sîstêma pirsên sereke tê kifşê. Derheqa wê yekê Fyodor Lûkyanovê sîyasîzan gotîye miqaledar news.am ê.
Helkirina pirsgirêka Qerebaxêye bi wê rê û dermayîna pirsêye ji rojevê balansê dide guhartinê û mecal bona îzbatbûna pêwandîyên nû saz dibin, mesele, tevî Bekûyê.
Ji alîkî mayînva jî amadebûna Rûsîyayêye li herêmê wê cûre-cûrebe.Wedekî dirêj ew li ser ewlehkarîya Ermenîstanê bû.Gilî derheqa sîstêma pêwandîyadane, ya ku pêşda çûye û ew yek mîrata Sovyêta berêva girêdayîye, nava wanda usa jî pirsa Qerebaxê.
Niha ew tê guhartinê û gotina serokatîya Ermenîstanêye derheqa garantîyayên ewlehkarîyêda cûrekî mayîn tê lênihêrandinê.Nikarin garantîyayên ewlehkarîyê bidine welatekî usa, kîjana ew naxweze.
Ev faktor dikare bê guhartinê, lê ewqasî jî zelal nîne ku heger Ermenîstan garantîyayên başqe digere.Lîstikçîyên mayîn jî nayêne kifşê.
Nava qewilên wî cûreyîda pirsên êkonomîkî wê cîhê ewlindabin.Pêwndîyên ermenîya-rûsa nava êkonomîkayêda dîsa pêşda diçin. Çawa ku berê bûye, îdî wê usa nîbe.Feqet ewê çawabe, em wê yekê jî nizanin”,- Lûkyanov gotîye.
Bi gotina wî, hê zûye bêjin,wekî Rûsîya ji Qafqasîya Başûr dûr dikeve.
“Heger kesek birîyarke ku sîyaseta xwe li ser wê yekê çêke, wî çaxî qezîya şaşbûnê heye”,- sîyasîzan gotîye.
Lûkyanov difikire wekî rêyên bakûr-başûre nava Ermenîstanê û Adirbêcanêra cudane.
“Rûsîyayê wî cûreyî qebûlke, kîjan gorî berjewandîyên wêye, lê ya ku wê tevlîhevbûnê pêşda neyne”,- ewî gotîye.??







