H’emû nûçeSereke
Serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê wê bi seredan li Kafkasîya Başûr biqeside
Serokê Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê û wezîrê Maltayêyî karên der Yan Borg wê li Kafkasîya Başûr biqeside. Derheqa wê yekêda ewî li Waşîngtonê gotîye ajansa TURAN ê.
Bi gotina wî, qedir û hurmeta organîzeyê nava arxîtêktorîya sîyaset û ewlehkarîya hemcîhanîda bin qezîyayêdane.Bi wê yekêva tevayî, guhdarîya organîzeyê, xêncî Ûkraînayê li ser dew û dozên wededirêj, nava wanda usa jî li ser dew û dozên li Kafkasîya Başûre.
“Seredanên min, yên van dawîyaye li Sêrbîyayê, Kosovoyê û Moldovayê û usa jî ya pêşerojêye li Kafkasîya Başûr, dikevine nava beşeke cedandinên bona dîyalogê, bona ku aminaya hindava organîzeyê bê dasekinaninê û qewînkirinê”,- ewî gotîye.