Veguherîna Kafkasîyayê: Rûsya her ku diçe bandora xwe winda dike: ICWA

Şerê duyemîn yê Arsaxê bi girîngî dînamîkên herêmê guherand, ji ber ku hêzên derve yên wekî Tirkîyayê bi awayekî aktîv piştgirîya sîyasî û leşkerî raberî Adirbêcanê kirin, analîzeke berfireh ji hêla encûmena kar û barên cîhanê ya Hindistanê (ICWA) ve destnîşan kir.
Li gorî gotarê, Rûsîya ji serdema împeryalîstan ve li Kafkasîyayê lîstikvaneke serdest e. Lê belê, veguhertinên jêopolîtîk yên bilez, çareserkirina bi zorê ya nakokîya Arsaxê û şerê Rûsyayê li Ûkraynayê, dînamîkên Kafkasîya Başûr guheztin, ku Rûsîya hêdî-hêdî lê bi domdarî bandora xwe winda dike.
“Di encama şerê Qerebaxê yê duyemîn û encamên wê de, dîmena jêopolîtîk ya herêmê guhêrî, ji ber ku serkeftina Adirbêcanê bû sedema derketina sînorên nû, guhertina hevsengîya hêzên herêmê û derketina aktorên derve yên nû. Wekî din, heke Adirbêcan serwerîya sîyasî û leşkerî bidest bixe, Ermenîstanê hêz û bandora xwe pir winda kirîye”.
Hate tekez kirin ku her sê welatên Kafkasîya Başûr – Ermenîstan, Adirbêcan û Gurcistan-li dostên nû digerin û hewl didin girêdayîbûna xwe ya bi Moskvayê kêm bikin.
Lê belê, Ermenîstan e ku sîyaseta xwe ya derve bi tundî guhertîye, hewl dide ku têkilîyên xwe bi hêzên derve re berfireh bike. Îro Yêrêvanê bi welatên wek Hindistan û Fransîya re peymanên leşkerî îmze kirîye.
Şirovekar dibêjin Kafkasîya Başûr herêmeke jêopolîtîk ya nakok e, digel gelek hêzên mezin, di nav de Tirkîya û Îran, ji bo bandorê hevrikîyê dikin.
“Qafkasîya di qonaxeke veguhertinê re derbaz dibe ku dê paşeroja herêmê ji bo demeke dirêj dîyar bike. Dema ku Ermenîstan û Adirbêcan hewl didin ku têkilîyan birêkûpêk bikin û aşîtîyê saz bikin, ku ev yek ji bûyerên dawî tê dîtin, Gurcistan rîya xwe diyar dike”.







