H’emû nûçeSport

UEFA ê der barê jêsta “Gurên gewir” ya lîstikvanê fûtbolê yê tirkra  lêpirsîn da destpêkirin

UEFA ê der barê jêsta rêxistina neteweperest “Gurên gewir” ya Mêrîh Dêmîral parêzvana navendî ya tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê da lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî “Armênpress”ê, ev yek ji hêla ajansa Associated Press ve hatîye ragîhandin.

Hate dîyarkirin ku UEFA ê piştrast kirîye ku ji bo lêkolînkirina dosyeya Dêmîral mûfetîş wezîfedar kirîye, lê dîyar nekir ku lêpirsîna dosyayê kengê dikare biqede.

Maça din ya Tirkîyayê li himberî Holandîyayê wê  6 ê tîrmehê li Bêrlînê bê derbazkirin.

Mêrîh Dêmîral, parêzvanê navendî yê tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê, dema gola ku di pêşbirka fînala 1/8 a çêmpîyonîya Avropayê da li himberî Aûstirîyayê avêtibû pîroz kir, jesta rêxistina “Gurên gewir” ya neteweperest nîşan da. Rêxistin û bikarhênerên cuda li ser torên civakî daxwaza lêpirsîn û betalkirina lîstikvanê fûtbolê kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button