H’emû nûçeSereke

Adirbêcan halê Fransîyayê û Nîdêrlandayî hundur dihejîne

17-18 ê tîrmehê li Bekûyê kongira ewlin wê bê pêkanînê, beşdarî kîjanê dibin rêberên 15 partîya û hejên sîyasî, yên ku ji bo bindestîyê dijî Fransîyayê şerkarîyê mîyaser dikin. Kongire  bi piştgirîya yekîtîya heja Gvadêlûpayê û koma Bekûyêye înîsîyator hatîye teşkîlkirinê.

Li gorî nûçeya ajansa APA ê, ev birîyar ji alîyê partîyayên sîyasîda hatîye pêşdakişandinê, yên ku dijî Fransîyayê bona serbestîya axê şerkarîyê dikin.

Xêncî wan partîya, usa jî sê organîzeyên ji adên Bonêyr û Sênt Martînê beşdarî xebatên kongirê dibin, yên ku kolonîyayên Nîdêrlandane.

Gelo bersiva Parîza fermî wê çi cûreyîbe. Feqet Bekû bi wê yekê usa jî pirsgirêka netewên kêmjimare li Adirbêcanê telîşa, lezgîya û tata derdixe holê û pirsgirêka statûsa Qerebaxê tîne ber çeva.Vir wada mafê  rêjîma Elîyêv tune ku ew derheqa prînsîpa yekîtîya axê û xweqirarbûna miletada xeberde. Adirbêcan dibe sponsora sêpartîzma agrêsîv.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button