H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan wê bi seredana xebatêva here Qibrisê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi seredana xebatêva li Qibrisêbe.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.

Li Qibrisê hevdîtina Mîrzoyanê wezîr û wezîrê Qibrisêyî karên der Konstantînos Kombos wê pêk bê, piştî kîjanê wezîr wê bi prêss-konfêransê pêşda bên.

Bi teglîfkirina wezîrê Qibrisêyî karên der, Ararat Mîrzoyan wê wextê hevcivîna wekîlên Qibrisêye dîplomat, bi axaftin pêşda bê. 

Usa jî hevdîtinên cuda , yên tevî nevsên Qibrisêye derecebilind, têra hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button